Li Qamişlo merasîma bîranîna şehîdên serhildana 12’ê Adarê
13 hours ago
9
Di merasîma bîranîna şehîdên Serhildana 12’ê Adarê ya li Qamişlo de, careke din îşaret bi hevgirtina gelên herêmê hate kirin. Li ser navê rêveberiya Kantona Cizîr, Meclisa malbatên şehîdan û Kongra Star axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soza xurtkirina têkoşîna ji bo parastina desketî û Sûriya pirrengî hate dayîn.