Li Babê, 2 çeteyên tirsnak DAIŞ’ê hat kuştin

Duh li bajarê Babê yê dagirkirî, Koalisyona Navdewletî operasyonek pêk anî û di encamê de çeteyekî tirsnak ê DAIŞ’ê hat kuştin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî diyar kir ku di operasyonê de, waliyê Reqayê Fayiz Ikal û biryayê wî Izo Ikal hatin kuşin.

Li gorî aghiyan, ev herdu çete dema li ser motorsikêtekî li nêzî bargeheke leşkerî ya Tirkî li Cebel Iqêl bûn, koalisyonê li dijî wan êrîşek pêk anî.

Çete Fayiz nasnameyek bi navê Ehmed El-Derwîş Hisên a qaşo meclisa Ixterînê ya dewleta Tirk pê re bû.

Çete Fayiz Ikal ê bi navê Ebû Esed El-Şemalî tê naskirin jî, tiliya wî di kuştin û girtina bi dehan ciwanên Reqa û li Dêra Zorê de hebû.

Her wekî Li Serê Kaniya dagirkirî jî, gelek kes li ser destê wî hatine kuştin.

Back to top button