Gera 16. a civînên Astanayê ya navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de bi dawî bû

Gera 16`emîn a civînên Astanayê ya navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ku du roj bû dewam dikir, bi dawî bû.
Wekî her carê, her sê aliyan li ser berjewendiyên xwe yên li Sûriyê û dijberiya rêveberiya xweser li hev kirin.

Gera 16`emîn a rêzecivînên Astanayê navbera her sê aliyên peymanan “Rûsya, Îran, Tirkiyê” ku rojên 7 û 8`ê tîrmehê li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultan hate lidarxistin bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de behsa daxwazên her sê aliyan hate kirin, bêyî ku behsa azarên gelê Sûriyê û çareserkirina aloziyê bê kirin.

Li gorî daxuyaniyê, her sê aliyên peymanan li ser berdewamkirina hevkariyê ji bo tunekirina rêxistinên DAIŞ, Cebhet El-Nusra, Heyet Tehrîr El-Şam, kesayet, rêxistin û aliyên girêdayî rêxistinên di lîsteya terorê de, her wiha li ser misogerkirina parastina sivîlan û binesaziyê li gorî qanûna navneteweyî li hev kirin.

Di daxuyaniyê de behsa berjewendiyên Îranê hate kirin ku êrîşên leşkerî yên Îsraîlê li dijî Sûriyê hatin şermezarkirin.

Hate gotin ku dewletên garantor êrîşên leşkerî yên domdar ên Îsraîlê li dijî Sûriyê şermezar dikin û dixwazin ku sînorek ji wan êrîşan re bê danîn.

Di daxuyaniyê de behsa berjewendiyên dewleta Tirk jî li Sûriyê hate kirin, ku êrîşî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin û careke din bi “hewldanên cudakeriyê” hate ta
wanbarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftinên xwe yên beriya civînê de piştrast kiribû ku Mosko ji destpêka şerê Sûriyê ve piştgiriyê dide pêkanîna peywendiyên yekser navbera Kurdan û hikumeta Şamê de.

Back to top button