Nameya îstîfaya Berhem Salih piraniya partiyên Iraqê naxwazin Berhem Salih îstîfa bike

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih duh bi nameyek îstîfaya xwe pêşkeşê parlamenê kir, lê piraniya partiyên siyasî yê Iraqê diyar kirin ku ew îstîfayê qebûl nakin.

Piştî ku Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih nameya îstifayê pêşkêşî parlamenê kir, piraniya partiyên li Parlamena Iraqê li dijî îstîfaya Berhem Salih derketin û bi daxuyaniyan xwestin ku li ser erka xwe bimîne.

Li ser navê Fraksiyona Hikme Xalid Cişemî li parlamenê civînek çapemeniyê lidarxist û got; “Em dest ji kar berdana serokkomar red dikin. Pêwîst e li ser wezîfeya xwe bimîne.”

Eniya Rizgarî û Geşepêdanê jî da xuyakirin ku Serokkomar Salîh bi ve helwesta xwe diyarkiri ye ku wê girêdayî desturê bimîne û nekeve bin bandora aliyekî û ew naxwazin ku îstîfa bike.

Firaksiyona Saîrûn ya Muqteda El Sedir pêşengtî dike jî li dijî îstîfaya Berhem Salih derket got: “Em piştgiriya helwesta Berhem Salih dikin ku neket bin bandora hêzên ku dixwazin ji bo serokwezîr namzetê hizbî ferz bikin. Ew daxwaza gel diparêze.”

Firaksiyona Nesir a ku Heyder Ebadî serokatiya wê dike jî bi daxuyaniyek ragihand ku ew dest ji kar berdana Berhem Salih red dikin û dixwazin li ser erkê xwe bimîne.

Têkildarî nameya îstifayê Şêwirmendê Berhem Salih Hawjîn Omer, diyar kiribû ku serokkomar ji ber zextên zêde yên aliyên siyasî nameya îstifayê pêşkêş kir.

Leave a Reply

Back to top button