13 Morîtanî ji aliyê kesine nenas ve hatin revandin

Kesine nenas 13 bazirganên Morîtanî ji nêzî sînorên Lîbî-Tişadî revandin.

Li gorî ajansên herêmî, duh êvarî 9 Morîtanî ji herêma mayinan ango herêma menceman hatin revandin.

Îro Înê jî, 4ê din hatin revandin.

Çavkaniyan diyar kir ku erebeyeke xwedî camên reşkirî gihaşt mayineke herêma “جال كلجه” ya Lîbyayê û qefla yekemîn revand, paşê yên din revandin.

Her 13 Morîtanî yên revandî bazirganiya pêdiviyên xwarinê li wê herêmê dikin.

Leave a Reply

Back to top button