Li Dêra Zorê eşîrên El-Bucamil piştgiriya xwe ya ji QSD’ê re ragihandin

Duh êlên El-Bucamil ên ser bi êla Egêdat bi daxuyaniyekê hewlên rejîma Sûriyê û milîsên Îranê ji bo destwerdanê di herêmê de û hewla têkbirina aramiya wê redkirin.

Şêx û rewşenbîrên êlên El-Bucamil di daxuyaniyê de piştgiriya xwe ya bêsînor ji Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê re tekez kirin û wiha gotin:

“Gelek endamên eşîrên me tevlî nava refên QSD’ê bûne.

Gelek ciwanên me yên tevlî nava refên QSD’ê bibûn di dema rizgaririna herêmê ji terora DAIŞ’ê şehîd bûn.

Eşîr û êl wê ji parastina herêmê dudilî nebin û di bin ala QSD’ê de li dijî her aliyê ku hewl dide nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de belav bike, şer bikin.

Hemû hewldanên milîsên Îranî û çeteyên wê yên ji bo derbasbûna herêmê û tehdîdkirina aramiya wê encama civînên çaralî ne yên ku di navbera wan de li Astanayê bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser hatin lidarxistin.

Em piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk re piştrast dikin.”

Eşîra El Bikeyîr: Rêjîm û hevkarên wê hewl didin fitneyê di nava eşîran de belav bikin

Back to top button