Ji bo xurtkirina têkiliyan, Trump li Hindistanê ye

Bi armanca xurtkirina têkiliyên aborî û leşkerî, serokê Amerîkayê Donald Trump, yekem care serdana Hindistanê dike.

Vê sibê, li gel pêşwaziyeke mezin balafira Trump li balafirgeha Ehmed Abad a Navdewletî daket.

Trump wê bi serokwezîrê Hindistanî Narendra Modi re bicive û serdana wî dê 2 rojan berdewam bike.

Ev serdan di wextekê de ku, têkiliyên herdu welatan ne zêde xweş in, nemaze ji ber mûşekên S-400 ên Rûsî.

2018an, kirîna Hindistanê ya S-400 hêresek li cem Amerîkayê çêkir, Trump dixwest li şûna van mûşekan, Patirotê ji wan bikire.

Di vê serdanê de, tê payîn Trump hinek peymanan bi Hindistanê re îmze bike, di nava de peymana balafirên leşkerî yên Amerîkî bi buhayê 2,4 milyar dolarî.

Back to top button