Navendeke Tenduristiyê li Kobanê hat vekirin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ji bo nexweşên Coronayê navendên tenduristiyê ava dike.

Desteya Tenduristiyê ya herêmê, Dibistana Şehîd Hogir a li bajarê Kobanê veguherand navenda çavdêriya tenduristî.

Hevserokê Desteyê Ehmed Mehmûd diyar kir ku wan hemû pêdivî di cihekî de kom kirine, da nexweş di veguhestinê de zehmetiyan nekşîne.

Jixwe heya niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî 171 kes bi vîrûsê nexweş ketine, ji wan 10 rehet bûne û 8an jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button