Asayiş: Li rojavayê Dêrazorê 10 kes hatin girtin

Di çarçoveya pêngava ewlehiyê ya hêzên Asayîşê li rojavayê Dêrazorê jî 10 kesên ji bo edaletê dihatin xwestin, hatin girtin.

Li Dêrazorê ji bo parastina ewlehî û pêkhatina edaletê jî hêzên Asayîşê di tevgerê de bûn.

Di çarçoveya pêngava ewlehiyê, hêzên Asayîşê li bajarokên El Hesan, El Cîa û El Cenîne oparasyon pêk anîn.

Di encamê de, 10 kesên ji aliyê edaletê ve dihatin xwestin hatin girtin.

Her wiha miktareke zêde ya çek, cebilxane, belge û narkotîkê di dema oparasyonê de, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin dîtin.

  • Hebên hişbir, 37
  • 29 gram heşîşa hişbir
  • 34 gram kokaîn
  • damanceyek 10 û nîv bi cebilxanê ve
  • 10 cercûrên kilaşînkovê
  • 150 mermiyên kilaşînkovê
  • 4 narincok
  • Kalaşnîkov 1
  • 178 mermiyên Bêksî
  • heşweya dronê 1
  • amûrên bikaranîna hişbirê
  • qelûnên ji bo bikaranîna hişbirê
  • rextên leşkerî 3
  • çeteyên leşkerî 1
  • rextên damanceyê 3
  • 6 diravên DAIŞê, 25 fils
  • sebetana Bêksî yê xerab 1
  • fewheya bêksî yê xerab
  • exmesa kilaşînkovê 2
  • 3 cîhazên peywendiyê
  • Kaxez û belge

Asayîşê dawiyê careke din teqezî li ser pêkanîna aramiya li herêmê kir û got:

Yên hewil didin vê yekê têkbibin jî wê bibin armanca hêzên wan û bêne girtin.

Back to top button