460 rojnamevan piştgirî da Stêrk TV û Medya Haber TV’yê

Polîsên Belçîkayê 23’ê Nîsanê bi ser avahiya kanalên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê girtibû û êriş pêkanîn.
Ji bo serdegirtinê jî sedemek nehat diyarkirin.
Ev êriş û serdegirtin rastî nerazîbûneke mezin hat.
460 rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo piştgiriya kanalan îmzeyên xwe dan.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo piştgiriya her 2 kanalan, 24’ê Nîsanê dest bi Pêngava komkirina imzeyan kir.

Pêngav bi dirûşma “Stêrk TV û Medya Haber TV dengê me ne” dewam bike.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera YRA’ê hatiye parvekirin, heta niha 460 rojnamevanan îmzeyên xwe dane.

YRA diyar kir ku hemû rojnamevanan kiryara bêhincet a li dijî saziyên çapemeniyê yên rastiyê radigihînin, şermezar kirin.

Back to top button