Artêşa Tirk êrişî gundê Benê yê Şêrewayê kir: 2 welatî birîndar bûn

Artêşa dewleta Tirk aqirker û çeteyên xwe rojane êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dike.
Êrişên herî dijwar jî, li dijî xelkê Efrîn-Şehbayê tên kirin.
Di tobarana li herêmê de 2 welatî birîndar bûn.
Gundê seyade ye rojavayê Minbice jî hat topbaran kirin, zeviyên sivîlan zerar dîtin.

Nûçegihanên me yên li herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir.

Di encamê de, ciwanê bi navê Îbrahîm Biro û şêniyê bi navê Arif Seîd (48) bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, her du jî dema zeviyên xwe yên li nêzî gund av didan, hatine armanckirin.

Şêniyan yekser her du birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li gundê Fafîn ê herêma Şehbayê.

Dagirkeran gundê Şêx Îsa yê Til Rifetê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa yê navçeya Til Rifetê ya Şehbayê topbaran kir.

Back to top button