HPG’ê: Di çalakiyên gerîla de 15 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Ji Botan, heta Serhed û Herêmên Parastinê yên Medyayê, Gerîllayên HPG’ê û YJA Starê bi çalakiyan bersivê didin êrişên artêşa Tirk. Li gorî agahiyên HPG’ê, li van herêman 15 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk, ev agahî bi raya giştî re parve kirin:

  • Li herêma Botanê

Mehên Nîsan û Gulanê, artêşa Tirk li herêma Bestayê dest bi operasyonan kir.

Li qada Girê Tenûrê, gerîllayên jin li hêzên dagirker dan.

Di çalakiya sabotajê de, erebeyeke zirxî hate tinekirin û 2 leşker hatin kuştin.

7’ê Hezîranê piştî ku operasyonên li qadên Serê Orman û Besta Biyê bê encam bi dawî bûn, çapemeniya dewleta Tirk îdîa kir ku 2 gerîlla şehîd bûne.

Ev nûçe bi temamî derew e û di vê operasyonê de tiştek bi hêzên gerîlla nebû.

  • Li herêma Wan

4’ê Hezîranê li naveçeya Şaxê, leşkerên qereqola Tingê bûn armanca çalakiya gerîllayên jin ên sekvan.

Di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

  • Li herêma Metîna

12’ê Hezîranê li Qada Girê FM, di encama çalakiya sekvaniyê de leşkerek hat kuştin.

Her wiha pergala kamereyan a şopandinê jî hate rûxandin.

  • Li herêma Zapê

12’ê Hezîranê, hêzên artêşa Tirk xwestin li Qada Karker bicih bibin, bûn armanca lêdana gerîlla.

Di çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê li Qada Dola Şîvê jî di navbera gerîlla û hêzên dagirker de şerekî dijwar rû da.

Di rojên pêş de wê encama vî şerî werin parvekirin.

9’ê Hezîranê, hêzên dagirker hewl dan li hin deverên Qada Çiyareş bicih bibin.

10’ê Hezîranê herêma Dola Şivê 6 caran ji aliyê balafirên şer û 11 caran jî ji aliyê helîkopteran ve hatiye bombekirin.

Piştî êrişê, dagirkerên ku dixwestin bi pêş ve biçin bûn armanca lêdana gerîlla.

Di çalakiyan de 6 leşker hatin kuştin.

Her wiha balafireke bê mirov jî hate xistin.

Cenazeyên kuştiyên artêşa Tirk demekê di bin kontrola gerîlla de man.

Dagirkerên ku xwestin cenazeyên xwe bigirin dîsa bûn armanca gerîlla.

Li vir jî 2 leşker hatin kuştin.

Qada Çiyareş di bin pêşengî û kontrola tîmên gerîlla yên gerok de ye.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir di navbera 11 û 13’ê Hezîranê de,

Qadên Berxwedanê 21 caran bi helîkopteran, 27 caran bi balefirên şer hatine bombebarankirin.

Her wiha artêşa Tirk 27 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êrişî tûnelên şer kirine.

Back to top button