YJA Star’ê nasnameyên 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir

YJA Starê ragihand ku 2 gerîlayên wan li Garzanê şehîd bûne û nasnameyên wan eşkere kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê nasnameyên 2 gerîlayên ku di 23’ê Mijdara 2021’an de li Garzanê şehîd bûne eşkere kir.

Di daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna her du gerîlayên şehîd wiha hate gotin,

YJA Star: Hevrê baharîn 22 salan weke fedayiyekê rola pêşeng lîst

“Hevrêya me Baharîn ji Efrînê bû lê li Helebê hatiye dinyayê. Ew di malbateke welatparêz de mezin bû û di temenê xwe yê biçûk de Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û gerîla nas kir û di sala 2000’an de tevlî nava refên PKK’ê bû.

Hevrê Baharîn a ku ji roja destpêkê tevlî bû her dem bi biryardariya bûyîna fedayiya Rêber Apo gava yekemîn avêt û 22 salan weke fedayiyekê rola xwe ya pêşengtiyê lîst.

Hevrê Baharîn ji roja ku tevlî bû, her tim bi pîvanê fedayîtiyê beşdarî jiyanê û pratîkê bû.”

YJA Star: Hevrê Mizgîn heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kir

“Hevrê Mizgîn Boran jî li navçeya Haymana ya Enqereyê ji dayik bû. Ew jî bi xeyala rojekê Kurdistanê bibîne mezin bû, û Tevgera Azadiya Kurd nas kir.

Di sala 2010’an de dema li zanîngeha Enqerê xwend tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Hevrê Mizgîn Boran, yek ji fermandarên me bû ku heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kir. Bi israr û baweriya xwe ya serketinê ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.”

Di dawiyê de YJA Starê ji malabatên gerîlayên şehîd û gelê Kurditanê re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Baharîn Dêrsim
Nav û Paşnav: Leyla Şêxo
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayikê: Heyat
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Mijdar 2021 / Garzan

Nasnav: Mizgîn Boran
Nav û Paşnav: Emel Guçlu
Cihê Jidayikbûnê: Enqere
Navê Dayikê: Hacer
Navê Bav: Mistefa
Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Mijdar 2021 / Garzan

Back to top button