Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyê, li hemberî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker, rewşa awarte raghand. Rêvberiyê raghand ku ew dê hemû derfetan ji bo xizmet û parastin gel ji êrîşan bikar bînin.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara hejmar 8 derxist û li gorî wê li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa awarte ragihand.

Di biryarê de wiha hat gotin:

“Li gorî pêdiviyên berjewendiya giştî, ji ber gefên domdar ên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hemû cureyên çekên giran, balafirên bêmirov ên biçek, sivîlan û binesaziya herêmê wekî nexweşxane, stasyonên kehrebeyê, av û saziyên sivîl, dike hedef.

Dagirkeriya Tirk niyet dike ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike, guhertina demografîk pêk bîne, şêniyên resen bide koçberkirin ku pê re dê rewşa ewlehiyê tevlihev bibe û pêleke koçberiyê dest pê bike.

Ev yek ji bo berfirehkirina qada dagirkeriyê û pêkanîna ajandeyên dijber pêk tê, ku dê rê bide vegera bermahiyên terorê û tundrawan li herêmê. Ev rewş dê bi awayekî yekser bandorê li destkeftiyên Rêveberiya Xweser bike, yên ku bi saya fedakariyên zarokên pêkhateyên resen û kevnar ên Sûriyê yên li dijî terorê bi dest xistine, bike.

Her wiha dê bandorê li parastina ewlehî û yekitiya xaka Sûriyê ji aliyê pêkhateyan ve bike. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê bi rêya rêxistinên terorîst ên tundraw li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi bin ket, bi awayekî yekser berê xwe da dagirkirina xaka Sûriyê.

Ji lewre, li gorî hikumên rêgeza sereke ya Rêveberiya Xweser, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja çarşemê (6 Tîrmeh 2022) civîneke awarte li dar xist û piştî erêkirina endamên meclisa giştî, ev biryar hatin dayîn:

1. Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte hat ragihandin.

2. Agahdarkirina hemû meclis, komîte û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiyên Xweser û Sivîl ji bo amadekirina planên ji bo rewşa awarte.

3. Bikaranîna hemû derfetan ji bo xizmeta parastina gel ji êrişeke dijminane ya li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Divê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û meclisên rêveber ên rêveberiyên xweser û sivîl di projeyên xwe de girîngiyê bidin sekinandina li hember van gefan.”

Rêveberiya Xweser beriya niha jî eşkere kiribû ku ew ji bo çi êrişeke gengaz li ser herêmê amade ne û di vî alî de xebat hatiye kirin.

Back to top button