Awisturalya li ser cihazên hikumetê TikTok qedexe kir

Awisturalya ragihand ku ji ber fikarên ewlehiya neteweyî TikTok a Çînê qedexe kiriye.
qedexe ye li ser cîhazên hukûmeta federal were bikar anîn.

Awisturalya ragihand ku platforma medyaya civakî ya TikToK ya Çînê ji ber fikarên ewlehiya neteweyî qedexe ye ku li ser cîhazên hukûmeta federal were bikar anîn.

Wezareta Dadê di daxuyaniyekê de got,

“Di vê rêxistin yan sazî heta neçar nemînin TikTok ê bikar ne ênin.

TikTok li ser hesabê endamên hikumetê were rakirin û mînakên berê heyî jî werin rakirin.”

Ji Çînê bertek: Di nava rewşeke zelal de xebat

Piştî biryara qedexeyê ya Awisturalyayê, ji Çînê bertek derket.

Berdevka Wezareta Derve ya Çînê Mao Ning got;

Em qedexeyê şermezar dikin.

Berdevk her weha bang li Awisturalya kir ku “ji bo şirketên Çînê hawîrdorek karsaziyek dadperwer, zelal û ne-cudaxwaz peyda bike”.

Fergus Ryan, ji Enstîtuya Awisturalya ji bo Siyaseta Stratejîk got,

“Bi salan tê zanîn ku daneyên bikarhênerên TikTok li Çîn hene.

Ji ber vê yekê, aqilmend e ku sepanê li ser cîhazên xwedan hukûmetê qedexe bikin.”

Rayedaran teqez kirin ku biryar wê di demek herî nêzîk de bikeve meriyetê.

Li Ewropa û Amerîka qedexeya li ser Tiktok ê

Hikumeta Kanadayê 28’ê Sibatê piştî DYA ragihand ku wan TikTok li ser cîhazên hikumetê qedexe kiriye.

Sedema qedexeyê jî ewlekarî hate destnîşankirin.

Welatên din ên ku TikTok qedexe kirine Zelanda Nû, Belçîka, Danîmarka, Fransa, Letonya, Hollanda, Norwêc û Brîtanya ye.

Back to top button