Li Hatayê di bin konan de starta hilbijartinê hate dayîn

Li Tirkiyê piştî 40 roj din, wê hilbijartinên giştî pêk were.
Herî zêde welatiyên li herêmên erdhejê li benda hilbijartinên e ku hesabê bipirsin.
Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da.

Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê ya li Hatayê da.

Civîna starta hilbijartinê, li navçeya Defneyê di bin konekî de hate lidarxistin.

Hevserokên gelek rêxistin û saziyan jî di civînê de amade bûn.

Civîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevseroka HDP’a Hatayê Hulya Ateş axivî û qurbaniyên erdhejê bi bîr anî.

HDP: Em ê jinûve ava bikin

Ateş got, ew starta hilbijartinê didin û ev tişt anî ziman:

“Em soz didin ku dê bajarê xwe û xwe jî jinûve ava bikin. Em di bin siya herêmên erdhejê de dikevin hilbijartinê.

Ev bajar, ji ber biryarên xelet, qadên li ber rantê hatine vekirin û efûyên îmarê yên îktîdar ketin vî halî.

Lewma yên ku rê li ber vê komkujiya mezin vekirî, îktîdar bi xwe ye.

Me jî di stratejiya hilbijartinê de ev mijar tevek vegotin.

Em dibînin ku dawiya rejîma AKP-MHP’ê tê.

Mafên jiyan û vehewînê hatiye binpêkirin.

Emê bên û bi hev re biguherînin.

Em ê vê pergala xerab hilweşînin.”

HDP: Em ê bi piştevaniyê bên

Ateş, axaftina xwe wiha qedand:

“Em ê mafên xwe yên hatine xespkirin dîsa li xwe vegerînin.

Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi ciwanan, bi jinan re tên.

Em ê bi piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re bên.

Rêya me dirêje û serdemeke zehmet e.

Lê em ê bi hev re têbikoşin û ser bikevin.”

Piştî xwendina stratejiya hilbijartinê, civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir.

Buldan: Bila rengê sindoqan Partiya Çep a Kesk be

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di koma partiya xwe ya li meclisê de diyar kir ku armanca wan ew e ku di hilbijartinê de herî kêm 100 parlamenteran derxînin.

Buldan wiha got:

“Werin em bi hev re dîrokê jinûve binivîsin. Bila pisûlaya me Çepa Kesk be.

Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be.”

Dema ji bo diayrkirina nazetên parlamentoyê despê kir

Li aliyekî din li gorî dema hilbijartinê, partiyên siyasî wê heta roja yekşemê saet 17.00’an lîsteyên namzetên xwe pêşkêşî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bikin.

Di dema ku di nav partiyên siyasî de ji bo diyarkirina lîsteyên namzedan xebatek giran tê kirin, trafîka “lîsteya hevbeş” di navbera partiyên ku îtîfaq kirine de dewam dike.

Back to top button