Tevî DYA 17 welat, ji bo Konseya Mafê Mirovan a NY hatin hilbijartin

Hêrsa Serokê berê yê DYA Donald Trump bû sedema ku welatî wî ji Konseya Parastina Mafê Mirovan a NY derbikeve.
Piştî danûstandin, tevî DYA 17 welat ji bo Konseya Parastina Mafê Mirovan hatin hilbijartin.

Piştî 3 sal ji derketina DYA Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ew ji bo Konseya Parastina Mafê Mirovan Hilbijart.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di Hezîrana 2018’an de bi hinceta ku ew li dijî Îsraîlê alîgir e û pêwistiya wê bi reformê ye, biryar da ku ji Konseya xwedî 47 endamane vekişe.

Di dengdana veşartî ya ku li Civata Giştî hat kirin de, ji 193 welatan 168’an ji bo vegerê dengê erê bikar anî.

Tevî DYA, 17 welatên din ên wekî Arjantîn, Benîn, Kamerûn, Fînlandiya, Gambiya, Honduras, Hindistan, Kazakîstan, Lîtvanya, Luksembûrg, Malezya, Montenegro, Qatar, Paraguay, Somalî, Îmarat û Erître ji bo konseyê hatin hilbijartin.

Endamtiya konseyê ya van welatan wê 1’ê Çile 2022’an dest pê bike û sê salan bidome.

Rêveberê Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a NY Louis Charbonneau got:

Ji bo polîtîkayên parastina mafê mirovan ya ji aliyê rêvberiya Joe Biden ve ku li hindir û derve were meşandin, ev yek fersendeke.

Back to top button