Êrişên dagirkeran yên li ser herêmê bê navber dewam dikin. Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona kerhebeyê ya Til Temirê û gundên navçeyên Til Temir û Zirganê topbaran kirin . 3 Cotkarên di nava zeviyan de ji ber topbaranê birîndar bûn û ew rakirina nexweşxana navçeya Tiltemirê. Li Eyn Îsayê jî welatiyek birîndar bû.
Ji Şehbayê heta Til Temirê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber didomin.
Dagirkeran îro careke din bi çekên giran êrişî herêmê kirin.
Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê ve dîsa gundên Til Temir û Zirganê Topbaran kirin.
Gundê Dirdara , Til Şenan , Til Cûma , Xeybiş û stasyona kerhrebeyê ya navçeyê rastî êrişan hatin .
Gundên Til El-Werd, Xirbet Şiêr û Dade Ebdel yên Zirganê jî rastî topbaranê hatin..
Artêşa Tirk a dagirker danê nîvro jî mezreayeke di navbera navenda navçeya Til Temir û gundê Til Cûma yê Asûran ê li rojavayê navçeyê, topbaran kir.
Her wiha gundê Xeybiş a Jêrîn ku li rojavayê navçeya Til Temirê ye û Qesir Toma Yelda yê di navbera gundên Til Cûma û Xeybiş a Jêrîn de bi çekên giran hat topbaran kirin..
Hemwextî topbaranê, balafireke bêmirov a biçek li ser herêmê digeriya..
3 Cotkar û paleyên nava zeviyan ji ber topbaranê birîndar bûn
Dîsa ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker, 3 cotkarên ku li nêzî gundê Til Cûma yê rojavayê Til Temirê pale dikirin, birîndar bûn.
Li gorî ajansa Hawarê, her sê cotkar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê û navên wan wiha ne:
Lûey Xelîl Hemad (20)
Ridwan Tirkî El-Tihêmî (30)
Eymen Elî El-Ehmed (25)
Ji ber topbaranê, agir bi zeviyên şêniyên gundê Ebûş ê di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê de ket.
Li Eyn Îsa jî welatiyek di encama êrişa balafira bêmirov de birîndar bû
Li Eyn îsa jî dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombekirî êriş pêk anî û di encamê de welatiyê bi navê Rîda Elî Hisên (25) birîndar bû..
Rîda Elî yê birîndar rakirina Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a li navçeyê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa di du salan de, 62 welatî şehîd û birîndar bûne û ji wan 37 zarokin..