Birîndarê êrişa li ser Mexmûrê jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê Hacî Mîrza Elî ku doh di êrişa Tirkiyê ya li dijî Mexmûrê de birîndar bibû, vê sibe jiyana xwe ji dest da.

Doh li Mexmûrê balafireke bê mirov a dewleta Tirk li erebeyekî da.

Di encamê de welatiyê bi navê Hacî Mîrza Elî birîndar bû.

Kesê navborî rakirin nexweşxaneya Giyara yê.

Vê sibehê hat ragihandin ku Hacî ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.

Back to top button