Peyman Viyan: Jinan eşkere kirin ku ewê serî li ber desthilatdariyê ne tewînin

Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku ew îsal teqez bikin sala serketina jinan.Peyman Viyan der barê jehrîkirina jinan li Îranê jî got:”Dewleta Îranê ji têkoşîna jinan ditirsin”.

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan derbarê 8’ê Adarê û bûyerên jehrîkirinê ya desthilatdariyê ya li Îranê, ji ajansa ANF’ê re nirxandin kir.

Peyman Viyan 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û got:

Bi wesîleya vê rojê jinan careke din diyar kirin ku çi dibe bile bibe, wê serî li hemberî desthilatdarî û zihniyeta serdest a mêr netewînin.

Back to top button