Li Îsraîlê xwepêşandanên li dijî reformê

Li Îsraîlê paketa reformê ya hikumetê welat xistiye du beş.
Serokomarê Îsraîlê Herzog bang li hikumeta Netanyahu kir ku dev ji pêşnûmaya reforma dadrêsî ya binakok berde.
Li welat jî bertekên gel ên li hemberî pêşnûmeyê zêde dibin.

Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog bang li hikûmeta Serokwezîr Benjamin Netanyahu kir ku dev ji reforma pergala dadweriyê berde ku li welêt bû sedema nîqaşên mezin.

Serokomarê Îsarîlê bang li hikumetê kir ku reformê rawestîn e

Îshaq Herzog doh diyar kir ku divê hikumet pakêteke reformê amade bike ku wê piştgiriyeke berfireh a gel werbigire.

Herzog daxuyakirin ku di nav civakê de li ser mijarên di pergala dadweriyê de reform hewce dike de lihevkirinek heye.

Ji sedî 66’ê welatiyên Îsraîlê li dijî plana reformê ne

Balkêşe ku li gorî anketên herî dawî, hate diyarkirin ku ji sedî 66’ê welatiyên Îsraîlî li dijî plana reformê ne.

Netanyahu jî dibêje ku ev yek wê ji bo welat gavên baş be.

Rêya balafirxaneyê hat girtin

Li Îsraîlê gel bi hefteyan li dijî guhertinên ku hikûmet dixwaze di pergala dadweriyê de bike xwepêşanên girseyî li dar dixe.

Doh jî bi dehezaran kes li dijî biryara reformê ya Netanyahu xwepêşandanek pêk hat.

Xwepêşandêr rêyên diçin Balafirgeha Ben Gurion ya balafirgeha herî girîng a welêt, girtin.

Li wir xwepêşandêran hewl dan ku rê li ber sefera Serokwezîr Netanyahu ya Îtalyayê û serdana Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Lloyd Austin bo Îsraîlê bigirin.

Li Îsraîlê dijberên Netanyahu îdia dikin ku hikûmeta koalîsyonê bi reforma plankirî hewl dide daraz û demokrasiyê qels bike.

Beriya niha Almanya û Amerîka jî fikarên xwe yên li ser mijarê anîbûn ziman.

Pêşnûmeya reformê ya ku ji aliyê hikûmeta Îsraîlê ve hatiye amadekirin, bandora hikûmetê di tayînkirina dadweran de zêde dke.

Her wiha rayeya betalkirina qanûnan ji Dadgeha Bilind a Edaletê bê rakirin.

Li Îsraîlê saziya herî bilind a dadwerî ye.

Back to top button