Hikumeta Almanyayê ji bo piştevaniya çavkaniyên enerjiyê yên dikarin werin nûkirin, dixwaze ku ji sala were û şûn ve sobeyên bi gaz û mazotê qedexe bike.
Wezîrê Ekonomî û Avhewayê Robert Habeck diyar kir ku ji bo guhertina sîstemên germkirinê yên herî qirêjker, divê plana ku hatî kirin, bi lez were pêkanîn.
Habeck got:
“Ev deh sal in, ti tişt nehatiye kirin.”
Serozwezîr Olaf Sholz ji bo qedexekirina sobeyên bi gaz û mazotê hemfikir e.
Di navbera partiyên hikûmeta koalîsyonê de, nelihevkirin hene.
Lê wezîr Robert Habeck bi domdarî ev tişt anî ziman:
Divê notrbûna avhewayê nebe mijarek civakî û destnîşan kir ku divê destpêkê hinek mijar werin ronîkirin.
Heta sala 2045’an divê sîstemên sobeyên bi gaz û petrolê li hemû welêt werin qedexekirin.