Dewleta Tirk gundê Til Temir û Eyn Îsayê topbaran kir

Duh dewleta Tirk bêserûber êrişî herêmê kir.
Dagirkeran gundên Til Temir û Eyn Îsayê careke din topbaran kirin..
Di encama êrişa li ser gundê Cedîde yê navçeya Eyn Îsayê de welatiyek birîndar bû.

Duh danê êvarî Artêşa Tirk gundê Tawîle yê Til Temirê ku nêzî rêya M4, topbaran kir.

Heman dagirkerî gundê Cedîde yê rojavayê navçeya Eyn Îsa topbaran kir.

Di encamê de welatiyê bi navê Ferhan Mihemed Beşîr ê 26 salî birîndar bû.

Li hêleke din dewleta Tirk bi balafireke bêmirov nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Xerze yê Amûdê kir hedef.

Back to top button