Peymana Tirkî-Lîbî wê rê li ber destwerdana Tirkiyê di welatên Ereban de veke

Rêxistina Edalet û Geşkirinê ya Misrê ji dewletên Ereb û yên bakurê Afrîkayê xwest ku ji qebûlkirina hikumeta Wîfaq a Lîbyayê paşve vekişin û hişyarî da ku ew peyman wê rê li ber destwerdana Tirkiyê di kar û barên dewletên Ereb de veke.

Berdevkê rêxistinê Zêdan El-Qenayî destnîşan kir ku ev peyman wê Lîbyayê veguherîne cihê kombûna hemû rêxistinên terorê yên wekî DAIŞ û El-Qaîdeyê û mîlîsên çekdar ên girêdayî hikumeta Wîfaq a Lîbyayê.

Rêxistinê bang li hemû dewletên Ereban kir ku ji qebûlkirina hikumeta Wîfaq a Lîbyayê paşve vekişin, balyozên wê ji welatên xwe derxin û parlemana Lîbyayê ya li Tabirqê weke nûnerê rewa yê gelê Lîbyayê, qebûl bikin.

Rêxistina Edalet û Geşkirinê ya Misrê xwest ku balyozê hikumeta Wîfaq ji Qahîreyê were derxistin û ji qebûlkirina wê hikumetê, paşve vekişin.

Leave a Reply

Back to top button