Çeteyan, 2 şêniyên Reqayê li Girê Spî êşkence kirin

Du şêniyên ji pêkhateya Ereb dema diçûn mala xizmekî xwe li başûrê Girê Spî ya ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, rastî êşkenceyê hatin.

Şêniyên bi navên Elaa El-Ehmed û Ebdullah Elî El-Ehmed ji gundê El-Hos ê gundewarên bajarê Reqayê ne.

Beriya 4 rojan berê xwe dan gundê Hemam Turkmen ê dagirkirî, ji bo alîkariya madî ji xwişka xwe re bibin.

Elaa El-Ehmed jî li gundê Hemam Turkmen cotkar e.

Dema ku herdu şênî gihaştin benda kontrolê ya gundê Hemam Turkmen, hatin sekinandin û nasnameyên wan jê hatin standin.

Ji ber belgeya xizmeta leşkeriyê ya rejîma Sûrî bi yekî ji wan re bû, ew birin odeyeke nêzî benda kontrolê û li wan xistin.

Li gorî wan ji Ajansa hewarê gotiye, çeteyên dewleta Tirk tiştek ji wan pirs nekir, tenê ew girtin û ji wan re gotin hûn Kurd in û paşê bi alavên hişk, li wan xistin.

Şêniyan diyar kirin ku çeteyan di nava 2 rojan de bi awayekî hovane êşkence li wan kir.

Leave a Reply

Back to top button