Li Cîhanê jinan bi rûhê xurtkirina têkoşînê 8’ê Adarê pîroz kirin

Li cîhanê jinan bi awayên cuda roja 8’ê Adarê pîroz kir lê belê hêvî û daxwazên wan yek bûn, hemwextî berdewamiya têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe, siyasetên dijberî wan jî didomin.

8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî bi awayên cuda bi cudabûna civakan hat pîrozkirin.

Têkoşîna jinên wan civakan a ji bo bidestxistina mafên xwe jî bi awayên cuda tê meşandin.

Hemwextî wê jî hewldanên pergalên hegemonîk ên têkbirina wê têkoşînê jî didomin û zêdetir dibin.

Li hember vê jî di gelek dewletên din de jin bûn hêza sereke ya avakirina civakan û êdî navê “nîvê civakê” ji ser xwe avêtin.

Îsal li cîhanê 8’ê Adarê bi rengên cuda hat pîrozkirin.

Çalakvanên sivîl ên Iraqî bi rêya platformên Iraqî jin û keçên ku ji ber bihaneyên cuda hatine kuştin, bi bîr anîn.

Di 8’ê Adarê de jî “Kongreya Bexda Paytexta Jina Ereb” bi rêveberiya serokê meclisa wezîran hat lidarxistin.

Ajansa Nûçeyan a Jinan (NUJINHA) da zanîn ku roja 7’ê Adarê saziya El Mera El Cedîde (Jina Nû) komxabeteke diyalogê li dar xist.

Di heman çarçoveyê de, parlamenterên jin ên Urdunî banga domandina têkoşîna jinan heta bidestxistina mafên xwe û sazkirina qanûnên nû kir ku mafên wan diparêzin.

Her wiha, ji bo piştgiriya serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê, Îran û Efganistanê jî jin li deverên cuda yên cîhanê meşiyan.

Di çarçoveya pîrozkirina roja 8’ê Adarê de, Federasyona Weqfa Mafên Jinan li pêşiya avahiya parlamentoyê mêtingek li dar xist.

Tê de jinan bi dirûşma “Îro berî sibe, maf, wekhevî û rûmet berî her tiştî ne”, “Wekhevî, hevbeşî û azadî” bang kirin.

Back to top button