Weqfa jina azad ji bo civaka azad projeyan birêxistin dike

Rêvebera komîta tendrûstiyê a weqfa jinê Melke Hesaf diyar kir ku ji bo pêşxistina civakê û rola jinê di warê aborî de, projeyên xwe berfirehtir dikin.

Rêvebera Komîta Tendrûstiyê Melke Hesaf der barê projeyên Weqfa Jina Azad yên cihêreng de got:

Îsal bi riya komîteyên weqfê ji bo rewşa aborî ya jinê pêşbixin em projeyên xwe kevin berfireh dikin.

Projeya hirî û dirûtinê ji aliyê gelek jinên herêmê ve hate pejrandin û pêşxistin.

Gelek navendên me yên tedawiya bi giyayên bijîşkî û mesajê hene.

Îsal em ê kilînîkên gerok bêhtir peyda bikin daku bighêjin gundan zêdetir.

Her wiha em hewil didin derfetên kar ji jinan re peyda bikin û di warê aborî de xurt bibin.

Ji bo zarokan û jinan projê me gelek in.

Back to top button