Meclisa Leşkerî ya Tebqayê: Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û herêmên dagirkirî rizgar bikin

Meclisa Leşkerî ya Tebqayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ew û gel amade ne li dijî gefên dewleta Tirk li ber xwe bidin û destkeftiyên şoreşê biparêzin. Meclisê got, Wê ev berxwedana me bibe destpêka bidawîkirina dagirkeriya Tirk û rizgarkirina hemû herêmên dagikirî”

Meclisa Leşkerî ya Tebqayê bi amadebûna Endam û fermandarên xwe, derbarê gefên dewleta Tirk de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê fermandar Mihemed Ebdulreûf ve hat xwedin.

Di destpêka daxuyaniyê de hat ziman ku ew şer naxwazin, lê tenê berxwedan rêya pêkanîna ewlehî, aramî û rizgarkirina herêmên dagirkirî ye û wiha hat gotin: “Di demên dawîn de dewleta Tirk gefan li dijî herêmê dixwe.

Armanc ji van êriş û gefan ew e ku Sûriyê parçe bikin, bakurê wê dagir bikin û çarenûsa wê weke ya Lîwa Iskenderon bikin.

Em ji cîhanê û ji gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re teqez dikin ku em ê rê nedin dewleta Tirk ku projeyên xwe pêk bîne.

Em amade ne parastina herêmê û destkeftiyên şoreşa xwe bikin.” Di dewama daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Tebqayê de, lawaziya helwestên civata navneteweyî ya li hemberî vî şerî jî hat ziman û ev yek hat diyarkirin: “Hêzên me ji ber bi vî şerî re mijûl bûne, operasyonên xwe li dijî DAIŞ`ê kêm kirine.

Em bang li azadîxwazên Sûriyê û li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku destekê bidin hêzên me û piştgiriya vê berxwedanê bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê got:; “Em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin rê li ber van êrişan bigirin. Em ê bersivê bidin û ev berxwedan wê bibe destpêka bidawîkirina dagirkeriya Tirk û rizgarkirina hemû herêmên dagikirî.”

Back to top button