Mazlûm Ebdî: Hêza me 110 hezar e û divê di Artêşa Sûriyê ya siberojê de hebe

Hejmara hêza me, 110 hezar şervan û endam e û divê cihê xwe di Artêşa Sûriyê ya Pêşerojê de bigire
Fermanadarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi vî awayî bersiva bangên Rêjm û gefên Dewleta Tirk dide.
Her wiha destnîşan kir ku, pêwîstiya herêmê bi naskirineke siyasî heye û danûstandin berdewam in.
Ebdî da zanîn ku, wan hemû bendên lihevkirina Sotçiyê qebûl nekirine û rewşa herêmê bi ya herî tevlîhev bi nav kir.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ragihand ku, hejmara şervan û endamên wan ên Asayîşê 110 hezar e û ji Rêjîmê xwestiye taybetmendiya QSD’ê di çarçoveya “Artêşa siberojê ya Sûriyê” de were parastin.

Di hevpeyvîna xwe li gel Rojnameya Şerq El-Ewset de destnîşan kir ku, pêwsîtiya herêmê bi “nasnkirneke siyasî” heye û danûstandinên bi Şamê re, demeke dirêj dixwaze.

Li ser pirsa gelo bi rêveberê Ewlehiya Neteweyî Elî Memlûk re ti lihevkirin hatiye muhrkirin Ebdî ev bersiv da.

“Wan gelek caran ji Hikûmetê xwestiye hêzên xwe li ser sînor belav bikin da ku rê li pêşiya bihaneyên Tirkiyê bigirin, lê qebûl nekir.

Lê belê piştî pêkanîna êrîşê, Hikûmetê qebûl kir û belavbûna wan li herêmên navbera QSD’ê û Hêzên Tirkiyê de hat erêkirin.

Mazlûm Ebdî: Me hemû pendên “Sotçî” qebûl nekiriye

Di çarçoveya lihevkirina Sotçî ya navbera Tirkiyê û Rûsya de, Fermandarê QSD’ê, îşaret bi peymana Edenê kir û teqez kir ku wan hemû bendên vê lihevkirinê qebûl nekiriye.

Ebdî aramncên Tirkiyê bi guhertina demografîk û qirkirina etnîkî ve girê da û aliyên ku piştigiriyê bidinê, weke hevkara heman sûcê bi nav kir.

Mazlûm Ebdî: Emerîka soza parastinê daye

Fermandar Ebdî bal kişand ser, hebûna hêzên Emerîkî û diyar kir ku, belavbûna wan bi biryara Serokê Emerîka çêdibe û soza parastina QSD’ê jî ji Emerîka girtine.

Di heman demê de Ebdî rewşa herêmê bi ya herî tevlîhev bi nav kir û sedema wê jî dispêre hebûna hêzên, Koalîsyonê, Rûsya, Tirkiyê û Sûriyê.

Berdewamiya nûçe heye,,,

Leave a Reply

Back to top button