Istîxbarata dewleta Tirk sê welatiyên din revandin

Dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe hovîtiya li Efrînê didomînin. Polîsên Leşkerî lîsteyek nav radestî Çeteyên Elnuxba kirin da ku wan birevînin.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dewam dike.

Istîxbarata dewleta Tirk sê welatiyên din li Efrînê revandin.

Hate diyarkirin ku di nav her sê welatiyan de jina temen mezin Ferîde Ebdo Reşo ya ji gundê Kefer Zêt heye.

Çete plana revandina 50 welatiyên li Efrînê dikin

Her wiha eşkere bû ku komên çete yên bi navê Polîsên Leşkerî yên li Efrîna dagirkirî bi nameyekê ji Çeteyên Elnuxba alîkariya revandina hin welatiyên li Efrînê xwestiye..

Hate ragihandin ku ev welatî ji Şêxotka Meibetlî ne û hejmara wan jî nêzî 50 welatî ne ku di nav de jin û kesên temen mezin jî hene.

Ev yek jî bi hinceta ku bi rêveberiya xweser re kar kirine tê kirin.

Malên Efrîniyan ku hatine desteserkirin tên firotin

Destserkirina malên Efrîniyan jî ji aliyê çeteyan ve dewam dikin û wekî ku yê wan in difroşin hevdû.

Li gorî Efrîn Post, kesê bi navê Ebdulrezaq El-mihemed ê ku ji aliyê çeteyan li mala Ebdulkerîm Hesen ê ji gundê Elkana Şiyê hatiye bi cihkirin, mala wî bi 1200 dolarî firotiye.

Vî Ebdulrezaqî mal firotiye kesê bi navê Enes Kerîm ku bi xwe ji Hemayê ye û ew jî ji aliyê çeteyan ve li Efrîn hatiye bi cih kirin e.

Back to top button