3 Welatî ji aliyê istîxbarata Tirk ve li Efrînê hatin revandin

Sûc û kirinên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî dewam dikin. Istîxbarata dewleta Tirk sê welatiyên Kurd li Efrînê revandin.

Istîxbarata dewleta Tirk sê welatiyên din ji gundê Kêlaya Bilbilê revandin.

Ev welatî bi buhaneya ku di nava YPG’ê de bûn hatine revandin û navên wan jî wiha ne:

Ibrahîm Menan Dawûd, Mihemed Ismet Şêxo û Mihemed Selah in..

Karwanekî çekên giran ên Cubhet El-Nûsra derbasî Efrînê bû

Li aliyê din, karwanek çeteyên Heyet Tehrîr Elşam ‘Cebhet Elnusra’ ji Idlibê derbasî navçeya Efrînê bû.

Li gorî Efrîn Post, ev karwana çekên giran, li Çiyayê Qaziqlî û navçeya Şiyê bi cih bûye.

Li gorî çavdêran; Ev gav di çarçoveya vekşîna çeteyan ji herêmên M4 ên Bakurê Idlibê û radestkirina wê ji hikûmeta Şamê re ne.

Ev guhertinên heyî jî bi civîna sêalî ya li Mosko ve tên girêdan.

Back to top button