Jinên Bakûrê Kurdistanê: Nagihan sedema serhildana me ye

Ji bo kuştina endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku îro rastî êrişeke çekdarî hatibû. Jinên bakûrê Kurdistanê êriş şermezar kirin û gotin ku wê teqes hesap ji kujeran were pirsîn.

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê kuştina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel hat protesto kirin.

Di vê çarçoveyê de li Dêrsimê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyanî hat dayîn û hat gotin:

Kesek nikare pênûsa heqîqetê ya ku rêhevala me Nagihan pêşengtiya wê dikir, bêdeng bike.

Bi heman boneyê TJA’yê li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Agiriyê jî daxuyanî da û gotin: ”Jin, îro li Rojhilata Navîn bi pêşengtiya jinên kurd û bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ serî li ber van rejîman radikin.

Em baş dizanin ku ev komkujî; li dijî daxwaza azadiyê ya jinan û jinûveavakirina jiyanê, bersiveke aqilê mêr-dewletê ye.

Yên ku fermana vê cînayetê dayîn û plan kirin divê baş bizanin ku em ê li hemberî van komkujî, faşîzm û tarîtiyê serî netewînin.”

Li Tetwan a Bêdlisê jî bi pêşengtiya TJA, DBP û HDP’ê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Tetwanê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kir ku ev komkujî bi awayekî rasthatî nehatiye kirin û ev tişt anî ziman:

Em soz didin ku dê xwedî li mîrasa rêhevala xwe Nagihan derkevin ku bi sala ye ji bo ronîkirina heqîqeta jinan têdikoşiya.”

Meclisa Jinan a HDP’a Manîsayê jî li navçeya Sarûhanli ya Mêrsînê kuştina Nagihan şermezar kir û gotin: “kuştina rêhevala me, parçeyeke şerê tunekirina gelê kurd e.

Em, alaya têkoşîna azadiya jinê û rizgariya gelan ji rêhevala xwe Nagihan dewr digirin û soz didin ku dê heta dawiyê bibiryardarî bidomînin.”

Li Mêrdînê bi pêşengiya TJA’yê li ber avahiya HDP’ê jî daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin:

“Ev êrişa hatiye kirin cinayet e û armanca vê êrişê jî hedefgirtina têkoşîna me ya azadiyê ya jinên kurd e.”

Platforma Jinan a Enqereyê jî li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyaniyek da û gotin:

Guleyên li Nagihanê hatine teqandin li têkoşîna azadiyê ay jinê hatine teqandin. Ev gule li dengê jinan hatiye teqandin.”

Li Wanê jî qetilkirina Nagihan hat şermezarkirin. Jinên ku bi pêşengiya TJA’yê li Kuçeya Hunerê li hev kom bûn û gotin: “Em baş dizanin ev şerê qirêj ê li hemberî jinên kurd û li tevahiya Kurdistanê tê kirin, ji ber tirsa ji têkoşîna me ya azadiyê ye.

Di vê sedsalê de ku dê bibe sedsala jinê, em ê ji tiştên ku em ji Nagihanan hîn bûne tawiz nedin û paş de gav neavêjin.”

TJA’yê li Şirnexê jî qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan şermezar kir û got: Guleyên li Nagihan hatine teqandin li têkoşîna azadiyê ya jinê hatine teqandin û got ku ew ê hesabê Nagihan Akarselê bipirsin.

Back to top button