Hevpeymanên Saîrûn û Fetih ji bo erkê serokwezîriya Iraqê li hev kir

Li gorî medyaya Iraqê, hevpeymanîyên Saîrûn û Fetih ên li Parlamentoya Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî weke namzetê hevbeş erkdar kir.

hevpeymanîyên Saîrûn û Fetih bi serokatiya Mudteda Sedir û Hadî Amirî ne, her du aliyan li ser Mihemed Tewfîq Elawî wekî namzetekî hevbeş ji bo wezîfeya serokwezîriyê, li hev kirin.

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih duh bi daxuyaniyekê heta 1’ê Sibatê dem da aliyên siyasî da ku namzetên xwe yên ji bo serokwezîriyê diyar bikin.

Berhem Salih diyar kir ku niha Iraq ber bi rewşeke metirsidar ve diçe, ji ber vê yekê divê hemû alî bi berpirsiyarî û li gor daxwazên xwepêşanderan tevbigerin.”

Li li dijî pêşinyara erkdarkirina Elawî, xwepêşandanên tund hatin lidarxistin.

Di xwepêşandanên Îro yên Bexdayê de 15 xwepêşander birîndar bûn.

Back to top button