Li seranserî Çînê ji ber vîrusa corona 170 kesî jiyana xwe ji dest daye

Li Çînê ji ber belavbûna vîrusa Corona heta niha 170 kes mirine, zêdeî 7 hezar jî bandor bûye.

Li Tirkiyê jî ev virus tê belavkirin.

Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî a Çînê ragihand ku hejmara kesên li seranserî welat ji ber vîrusa Corona jiyana xwe ji dest daye, gihîşt 170 kesî.

Di heman demê de Komîsyonê diyar kir ku 7 hezar û 711 mirov jî bi vîrusê bandor bûne, rewşa 370 kesî ji wan giran e.

Komîsyonê destnîşan kir ku guman heye 12 hezar û 167 kes bi vîrusê bandor bûbin.

Li aliyekî din jî, li gorî Rojnameya Şerq El-Ewsat Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fexir Dîn Koça teqez kir ku kesek ji ber virusa Corona li Navçeya Aksaray ya Istenbolê kesek pê katiye.

Back to top button