Hevserokê Karûbarê Civakî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî diyarkir ku pêşwazîkirina şêniyên Idlibê li herêmên Rêveberiya erkekî mirovî ye û heta niha jî bi sedan kes hatine van herêman.
Hevserokê Desteya Karûbarê Civakî destnîşan kir ku piştî axaftina Mazlum Ebdî wan dest bi pêşwazîkirina şêniyên Idlibê kiriye.
Maşî got:”Deriyê me ji bo gelên bajarê Idlibê vekirîye. Ev pîvaneke QSD`ê û Meclisa Sûriyê Demokratîk e.”
Farûq El-Meşî: Em ê li gor derfetên xwe ji şêniyên Idlibê re alîkar bin
Farûq El-Maşî da zanîn ku, heta niha bi sedan kesn li bajarê Minbicê hatine bicihkirin û hejmar zêde dibe..
Li gorî wî, ew ê ji bo wan û bi qasî derfetên xwe, kampan ji bo wan koçberan ava bikin..