Fikrên Rêber Apo hevgirtina pêkhateyan xurt kir

Çalakvanên siyasî yên kantona Cizîrê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo bişaftina gelên herêmê şerê taybet dide meşandin, lê belê bi saya fikrên Rêber Apo armancên wê hatin têkbirin.

Çalakvanê siyasî Mihemed Baqî Kotî li ser mijarê wiha got: “Sûriye ne wek dewletên din ên Rojhilata Navîn e.

Ji ber ku mozaîkeke bedew ji hemû pêkhate û olan di xwe de dihewîne.

Dijminên herêmê di serî de dewleta Tirk a dagirker hewl da di aliyê neteweyî de fitneyê peyda bike.

Lê belê fikrên Rêber Apo ev plan têk birin û fikrê neteweya demokratîk li nav gelan belav kir.”

Çalakvan Zehra Ebdullah Mihemed axivî û got:

Fikrê Rêber Abdullah Ocalan di serî de bandor li pêkhateya Ereb kir bi taybetî jî jin; ji ber ku civak di bin adetên paşguhkirina jinan de dijiyan.

Lê bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan jinan ev adet û kevneperestî derbas kirin û ket nava saziyên Rêveberiya Xweser û qada leşkerî.”

Back to top button