Bi coş û kelecaneke mezin amadekariyên ji bo Hilbijartina Şaredariyan dewam e.
Li Tirbespiyê pêşhilbijartinên PYD û li Kampa Serêkaniyê jî yên Kongra Star pêk hatin.
Piştî ragihandina encaman wê ev namzat beşdarî hilbijartinên giştî yên şaredariyan bibin.
Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûiryê, li gund, bajar û bajarokan atmosfera Hilbijartina Şaredariyê xwe dide hîskirin.
Kongra Star û PYD’ê, Partiya Sûriya Pêşeroj û Kombûna Jinan a Zenûbiya beriya hilbijartinê ji bo derxistina namzetên xwe pêşhilbijartinan pêk tînin.
Li Tirbespiyê pêşhilbijartinên PYD’ê hatin lidarxistin
Di vê çarçoveiyê de îro li navçeya Tirbespiyê pêşhilbijartinên PYD’ê hatin lidarxistin.
Di pêşhilbijartinan de 3 namzat hatine nîşankirin û dê yek ji wan piştî ragihandina encman beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên giştî bibe.
Pêşhilbijartinên namzetên jin li kampa Waşokanî û Serêkaniyê pêk hatin
Li Kampa Waşokanî û Kampa Serêkaniyê jî pêşhilbijartinên namzetên jin ên Kongra Star pêk hatin.
Namzetên jin ên ku beşdarî pêşhilbijartinan bûn:
Maha Miî, Zehra Hesen, Senai Elxêro û Xedîca Xidir in.
Hilbijartin ji seatên sibehê ve destpê kir û heta seat 5’an bi rengekî demokratîk dewam kir.
Hêjayî bibîrxitinê ye, wê 30’ê Gulanê li 7 kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hilbijartina Şaredariyan pêk were.