HAT’ê li bajarokê Şedadê 3 çeteyên girêdayî rejîma Şamê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Şedadê yê girêdayî Hesekê 3 endamên şaneyên veşartî yên ser bi hêzên hikûmeta Şamê de girtin.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşê li ser mijarê ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya operasyonên hêzên me de Dezgeha Ewlekariya Giştî agahî li ser 3 endamên şaneyên veşarî yên bi piştgiriya rejîma Sûriyeyê kom kirin.

Bi wê re HAT’ê operasyoneke taybet di şeva 27’ê Nîsanê de li bajarokê Şedadê pêk anî.

Di operasyonê de hersê çete û tiştên li gel wan hatin girtin.”

Li gorî daxuyaniyê bi van çeteyan re alavên teqemeniyê jî hatine girtin.

Hêzên Asayîşê diyar kir ku ew teqez dikin ku wê bi erka xwe ya li hember gelê xwe di şopandina şane û rêxistinên çete de dewam bin, heta ku tevahî çeteyan digirin û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wan paqij dikin.

Back to top button