Gunay: Bi qeyûman dijminahiya li dijî Kurdan didome

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku êdî deshilat ne muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd e û wiha got:
Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, li vî welatî ti pirsgirêk çareser nabin.
Desteserkirina şaredariyan encama feraseta AKP’ê ya dijminatiya li Kurdan e.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist.

Ebru Gunay bal kişand ser dagirkirina şaredariyan û wiha got:

Bi erkdarkirina qeyûman dijminantiya Kurdan dewam dikin.

Piştî hilbijartinê dîsa qeyûm avêtin ser 53 şaredariyên HDP’ê û bi darê zorê şaredarî ji destê gel derxistin.

Hişmendiya erkdarkirina qeyûman a 19’ê tebaxê û hişmendiya komkujiya 20’ê tebaxê ya Dîlokê heman hişmendî ye.

Encama feraseta AKP’ê ya dijminantiya Kurdan e.”

Gunay: Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe ti pirsgirêk çareser nabin

Gunay li ser nîqaşên hêz, partî û rêxistinên cuda yên ku pirsgirêka Kurd ji nûve dixin rojeva xwe jî ev tişt anî ziman:

Niqaşa li ser çareseriya pirsgirêka Kurd gavek erênî ye.

Ger ku em dixwazin siyasetê bikin û cihê pirsgirêka Kurd lê niqaş bikin cihê despêkê meclîs e.

Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, li vî welatî tu pirsgirêk çareser nabin.

Ji ber polîtîkayên îqtîdarê, êdî îqtîdarê vîna muxatabiyê winda kiriye.

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay herî dawî careke din anî ziman ku di çarçoveya bernameya têkoşîna demokratîk de 1’ê Îlonê li 9 navendan zincîra mirovî ava bikin û banga tevlîbûnê kir.

Back to top button