HRE Nasnameya Şehîdekî xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’ê bi daxuyaniyekê Nasnameya Şehîdekî xwe eşkere kir.
HRE’ê sersaxî ji malbata şehîd gelê kurd re xwest û got:
“Em soz didin ku em ê xeta têkoşîna şehîdên xwe esas bigirin û armancên wan bi ser bixin.”

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.

Di daxuyaniya HRE’ê de wiha hat gotin:

“Hevrêyê me Deştî Efrîn ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de têkoşîn û berxwedaniya me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê didome de kar û xebatên xwe dida meşandin, roja 28’ê Nîsanê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

HREe: Hevre deştî Efrîn herdem erkên xwe bi serkeftî bicîh anî

HRE’ê di dewama daxuyaniya xwe de wiha bahsa têkoşîna şehîd Deştî Efrîn kir:

“Hevrêyê me Deştî Efrîn bi navê xwe yê rast Arif Reşkilo di malbatekî xwedan welatparêz û bi tevlîbûna nava refên azadiyê ve tên naskirin li bajarê Efrînê ji dayik dibe.

Di destpêkirina Şoreşa Rojava re çalak tevlî xebatan bû.

Ji şerê Helebê heta Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi hestên welatperwerî û xwedan wijdan bi erk û wezîfeya xwe yê mirovî rabû.

Bi taybetî piştî ku di sala 2018’an de Efrîn li pêş çavê cîhanê bi konseptekî taybet a giştî ve hate dagirkirin, bi coş û kelecaneke mezin berê xwe da çeperên şer.

Ji roja ku tevlî nava refên me bûye heya kêliyên xwe yê dawî jî hevrê yê me rûxmê ewqas zor û zahmetiyan jî her di nava çalakiyan de bû.

Li her devera ku çû û kar da meşandin bi hezkirin û hevaltiya xwe yê rast û ji dil ve hate hezkirin.

Hemû erk û wezîfeyên ku jê re hate diyarkirin bi şêwaz û tempoyekî bilind bi ser da çû, xwe ti deman ji erkên jê ra hate diyarkirin neda milekî û pêşengtî ji hevalên kêleka xwe re kir.”

HRE herî dawî sersaxî ji malbata û gelê kurd re xwest û got:

“Em di serî de sersaxiyê ji malbata hêja ya Deştî Efrîn û ji gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û careke din soz didin ku em ê xeta têkoşîna şehîdên xwe esas bigirin û armancên wan bi ser bixin.

Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Deştî
Nav û Paşnav: Arif Reşkilo
Navê Dayikê: Meqbule
Navê Bav: Arif
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê/28’ê Nîsana 2024
Back to top button