Li Amerîkayê 4 polîs mirin û 4 polîs jî birîndar bûn

Li eyaleta Karolînaya Bakur li polîsên ku çûne mala ku gumanbarê sûcê tê de ye gule hat barandin. Hat diyarkirin ku di êrîşê de 4 polîsan jiyana xwe ji dest dane.

Li eyaleta Karolînaya Bakur a Amerîkayê di navbera firariyê reviyayî û polîs de pevçûn derket.

Midûrê Emniyeta Charlotte Johnny Jennings di daxuyaniya xwe ya derbarê bûyerê de diyar kir ku polîsan ji bo lêgerînê bikeve mala ku gumanbarê sûcdar lê heye bi tivingê gulebaran kiriye.

Jennings da zanîn ku di êrîşê de 4 polîs mirin, 4 jî birîndar bûn û rewşa kesekî birîndar giran e.

Jennings diyar kir ku gumanbar li cihê bûyerê hat gulebarankirin û mir.

Her wiha Midûrê Emniyetê destnîşan kir ku ev yek ji bûyerên herî xirab ên dîroka Charlette ye û dê lêpirsîn bi kûrahî berdewam bike.

Ji aliyê din ve Qesra Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê bûyerê de hatiye agahdarkirin û Biden geşedanan ji nêz ve dişopîne.

Back to top button