Îro 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê ye.
Ji bo ev roj bibe roja Karkeran, bi hezaran kes canê xwe dan.
Heta roja îro têkoşîna kedê tê dayîn.
Têkoşîna ku karkerên hemû cîhanê bir 1’ê Gulanê, çîroka berxwedaniyê ya li dijî koletiyê ye.
1’ê Gulanê.
Raperîna karkeran.
Mîrateya têkoşîna 138 salan e.
Her sal 1’ê Gulanê weke ‘Roja Karkeran a Cîhanî’ tê pêşwazîkirin.
Cara pêşîn ya ev roj hate ragihandin, 1’ê Gulana 1890’an di kongreya duyemîn a Enternasyonalîstên sosyal bû.
Mebest ji vê rojê ew e ku dawî li kedxwariyê were anîn û mafê karkeran misoger bibe.
Ji bo rastiya 1’ê Gulanê baştir were fêmkirin hewce ye mirov ji dîroka wê dest pê bike.
Gelo çîroka hilbijartina vê rojê çi ye:
Di sedsala 19’an de, karker di şert û mercên xebatê yên tirsnak dixebitîn.
Li dijî kedxwarî û binpêkirinan, di serî de li Awustiraliya piştre li Amerîkayê çalakiyên dev ji kar berdanê hatin lidarxistin.
1886’an li qada Haymarket ya li Chicagoyê ji bo seatên kar bibin 8 Karkeran xwepêşandan lidarxistin.
Ji wê demê û şûna ve, bi qasî 5 hezar grev ku bêtirî 340 hezar karker tevlîbûn pêk hatin.
Herî dawî bi berdêlên mezin hewldanên wan bi ser ketin.
Li vir mafên wan li ser asta navneteweyî û herêmî bi rêya peyman û qanûnan hatin misogerkirin.
Tevî vê jî li cîhanê beşa karkeran herî zêde bi êş, zilm, înkarkirin û çewsandinê re rû bi rû dîmin.
Li piraniya welatan peymana 1ʹê Gulanê hatiye imze kirin.
Lê mixabin çîna karker û kedkaran rastî astengî û heqaretê tên.
Lê bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, wateyekî nû li kedê hat barkirin.
Çîna karkeran ku tîyê vîna azad e li hemberî pergalên kapîtalîst xwe birêxistin kir da ku wekhevî û edaleta civakî pêk bîne.
Ji salên 1970’yî û vir ve Rêber Abdullah Ocalan rih û mîrasa nirxê rasteqîn ê tevahî kedkarên herêmê û cîhanê geş kir.
Di civakê de pir kedkar hene ku bi hêza zendê wan em dijîn, nan dixwin û rihet radikevin.
Li vê deverê, mafê ku gel û taybet jin jê mehrûm bûn, îro roj tê bidesxistin.
Wisa jî bi kedeke mezin, em hatin van rojan.



