CPJ’ê ji bo çarenûsa rojnamevan Silêman Ehmed, daxwazek lezgîn pêşkêşî NY’ê kir

Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 190 rojin agahî nayê girtin.
Komîteya Parastina Rojnamevanan û Komîteya Mîna di derbarê diyarkirina çarenûsa Rojnamevan Silêman Ehmed de, daxwazek lezgîn pêşkêşî Komîteya Windakiriyan a NY’ê kirin.
Komîteyê daxwaz kir ku çarenûsa Silêman Ehmed were eşkere kirin.

Li Başûrê Kurdistanê binpêkirinên li beramberî rjnamevanan didomin.

Hinek rojnamevan bêy ku ti tawanek hebin di girtîgehan de ne.

Komîteya Parastina Rojnamevanan û Komîteya Mîna di derbarê diyarkirina çarenûsa Rojnamevan Silêman Ehmed de, daxwazek lezgîn pêşkêşî Komîteya Windakiriyan a NY’ê kirin.

Komîteya Tevna Parastina Rojnamevanan CPJ di malpera xwe ya fermî de ragihand ku bi hemahengiya li gel Komîteya Parastina Mafan ya Mîna, daxwazek lezgîn pêşkêşî Komîteya Windakiriyan a Neteweyên Yekbûyî kirine

Komîteyê daxwaz kirine ku çarenûsa Rojnamevan Silêman Ehmed were eşkerekirin.

Hate destnîşankirin ku Rojnamevan Silêman piştî serdana malbata xwe li Sûriyê kir û vegera Başûrê Kurdistanê hate girtin û ji wê demê de desthilatdaran cih û tometa ku ‘ger hebe’ li ser eşkere nekirine.

Back to top button