PDK 190 rojin rojnamevan Silêman Ehmed revandiye

Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 190 rojin agahî nayê girtin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin Çalakvan û akademîsyenên Başûrê Kurdistanê têkildarî rewşa karê rojnamevanî ya li Başûr û metirsiya ku li ser jiyana rojnamevanan heye axivîn û gotin:
“Binemala Barzanî rojane li beramberî rojnamevan Silêman Ehmed suc dike ku ev zêdetirî şeş mehin ti agahiyek jê nayê girtin.”

Li Başûrê Kurdistanê binpêkirinên li beramberî rjnamevanan didomin.

Hinek rojnamevan bêy ku ti tawanek hebin di girtîgehan de ne.

Çalakvan û akademîsyenên Başûrê Kurdistanê têkildarî rewşa karê rojnamevanî ya li Başûr û metirsiya ku li ser jiyana rojnamevanan heye axivîn.

Çalakvanê Siyasî Takor Zerdeştî da zanîn ku binemala Barzanî her cara devê xwe divekin, behsa azadiya rojnamegerî dikin, lê li Başûrê Kurdistanê azadiyek herî biçuk jî nehiştine.

Takor Zerdeştî: Binemala Barzanî rojane li beramberî rojnamevan Silêman Ehmed suc dike

Zerdeştî balkişand ser rewşa rojnamevan Silêman Ehmed jî û got:

“Binemala Barzanî rojane li beramberî rojnamevan Silêman Ehmed suc dike ku ev zêdetirî şeş mehin ti agahiyek jê nayê girtin.

Metirsiya terorkirin û şehîdixistina wî heye.

Kes nizane, ji berku heta vê astê tawanbarin.”

Li ser heman mijarê Mamostayê Zanîngehê Dr. Huner Resûl jî got:

“Ez tekez dikim ku çapemeniya azad bextewariyê peyda dike û divê desthilat bixwe jî piştgiriya çapemeniyê bike da ku şefafiyet û azadiya fikir û ramanê çêbibe.”

Girtina rojnamevanan metirsiye li ser tevayî civakê ye

Di dewamê de Dr. Huner Resul da zanîn ew ji ber binpêkirinên ku li Başûrê Kurdistanê li beramberî rojnamevanan çêdibin bi fikare û got:

“Girtina rojnamevanan metirsiye li ser tevayî civakê.”

Back to top button