Li Efxanîstanê di mizgeftekê de 6 sivîl hatin kuştin

Li eyaleta Herat a Efganîstanê di mizgeftekê de kesek bi çek 6 kes qetilkirin û yek jî birîndar kir.

Wezareta Hundirîn a Efganistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku roja Duşemê saet derdora 21.00’an de kesekî nenas gule li welatiyên mizgefta navçeya Guzara ya başûrê bajêr reşandin.

Berdevkê Wezaretê Abdul Metîn Kanî li ser X’ê got:

“6 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, yek jî birîndar bû.”

Di êrîşên bi vî rengî de her çi qas navê DAIŞ derkeve pêş jî hîna ti rêxistinek berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Hejayi bibîrxistinê ye ku cara berê jî li mizgeftekî êrîş pêk hatibû û di vê êrîşê de jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Back to top button