Doza ‘alîkariya qirkirinê’ ya nikaraguayê

Biryara tedbîrên demkî wê îro di doza Nîkaragûayê li ber Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî hatibû vekirin, were eşkerekirin.
Nikaraguayê derbarê dozê de serlêdana lezgîn kir û ji dadgeran xwest ku ji bo rawestandina şandina çekan a Almanyayê ji bo Îsraîl biryara demkî bidin.
Almanya diyar dike ku ji sedî 98’ê alavên parastinê yên ku tên hinardekirin ne çekên şer in.

Welatê Amerîkaya Navîn Nîkaragûa yek ji wan welatan e ku alîgirê Peymana Jenosîdê ye û dewletên îmzekar jî ji bo pêşîgirtina li jenosîdê hemû derfetên xwe seferber dikin.

Li gorî vê yekê, eger dewletek xalên peymanê binpê bike, her dewletek peymanê dikare li dijî dewleta binpêker doz veke.

Almanya, ku yek ji hevalbendên herî nêzîk ên Îsraîlê ye, darizandina dadgeha Neteweyên Yekbûyî nas dike.

Biryara tedbîrên demkî wê îro di doza Nîkaragûayê li ber Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî hatibû vekirin, were eşkerekirin.

Nîkaragûayê diyar kir ku Almanyayê sala borî îxracata çekan a ji bo Îsraîlê bi nirxê 326,5 mîlyon Euroyî pejirand, ango li gorî sala borî deh qat zêdetir bû.

Biryara tedbîrên demkî dê îro were eşkerekirin

Nîkaragua jî rexne li Almanyayê digire ku ji ber sûcên Îsraîlê yên li dijî xebatkarên Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Filistînê (UNRWA) alîkariya ji bo rêxistinê rawestandiye.

Hat îdiakirin ku xebatkarên saziya alîkariyê di komkujiyên 7’ê Cotmehê de cih girtine û Hamas ketiye nava saziya alîkariyê.

Ji ber îdiayên ku 12 xebatkarên UNRWAyê di êrîşên Hamasê yên li dijî Îsraîlê da cih girtine, xêrxwazên wek Almanya, DYA, Îngilîstan û Swêd ku herî zêde alîkarî dane rêxistinê, biryara rawestandina van alîkariyan dan.

Ev biryar di bin bandora pêşniyarên di rapora ku ji aliyê komeke ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di bin serokatiya Wezîra Karên Derve ya berê ya Fransayê Catherine Colonna hatiye amadekirin de bû.

Derbarê dozê de parastina Almanyayê

Nikaraguayê derbarê dozê de serlêdana lezgîn kir û ji dadgeran xwest ku ji bo rawestandina şandina çekan a Almanyayê ji bo Îsraîl biryara demkî bidin.

Almanya di rûniştina ku nêzî 4 hefte berê li Dîwana Edaletê ya Laheyê hat kirin de diyar kir ku ev sûc bêbingeh in.

Nûnera hiqûqî ya Almanyayê Tania von Uslar-Gleichen diyar kir ku Almanyayê ne Peymana Qirkirinê û ne jî hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.

Almanya diyar dike ku ji sedî 98’ê alavên parastinê yên ku tên hinardekirin ne çekên şer in.

Her wiha di derbarê alîkariyên mirovî yên rawestandî de, Almanya diyar dike ku ew hîn jî yek ji welatên herî mezin e ku ji bo herêmên Filistînê alîkarî dide.

Back to top button