Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser binpêkirinên li Îmraliyê daxuyanî da

Tevî Rêber Apo li girava Îmralî 3 girtiyên din jî hene.
Yek ji wan jî Veysî Aktaş e.
Aktaş yê dema xwe ya girtina 30 salî qedandî jî nayê berdan.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyarkir ku berdana Veysî Aktaş ji bo salekê hatiye taloqkrin û got: “Vê rewşa êşkenceyê bi dawî bikin.”
Tevî bêtirî 38 mehane Rêber Apo bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk neaniye ji Rêveberiya Giştî ya Girtîgehên Tirkiyê îdiayeke sikandal hat kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî binpêkirinên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li îmraliyê tê kirinê daxuyanî da.

Parêzeran di daxuyaniyê de qala rewşa Rêber Apo û Veysî Aktaş kirin.

“Asta binpêkirinên li Îmrakiyê ji qedexe û cezayên disiplînê wêdetire”

Parêzer Rêzan Sarica diyar kir ku rewşa “dîlgirtinê” ya li Îmraliyê bi qedexe û cezayên disiplînê bisînor nîne.

Yek ji girtiyên ku li îmraliyê tê girtin jî Veysî Aktaş e.

Aktaş piştî 30 sal in, cezayê girtîgehê 28’ê Nîsanê qedandiye.

Lê tevî vê yekê jî nayê berdan.

“Divyabû miwekîlê me Aktaş di 28’ê Nîsanê de bihata tehliyekirin”

Sarica ji ber neberdana Aktaş jî ev tişt anî ziman:

“Di dîrokên cuda de me jê re name şandin. Ji ber şert û mercên tecrîdê, em nizanin bê ka name gihiştine ber destê wî yan na. Lê demekî nêz berê me ji bo tevdîrê serî li Dadgeriya Înfazê û dozgeriyê da. Ji bo alîkariya hiqûqî bidin miwekîlê xwe, me xwest mînaka ewraqa înfazê ji me re were şandin. Lê ji bo vê daxwaza me jî bersivek nehat.”

“Li ser biryara Lijneya Çavdêriyê tehliyeya Aktaş salekê hate taloqkirin”

Di demekî ku parêzer li bendê bûn muvekîlê wan Akataş were berdan, îdareya Girtîgeha Îmraliyê ji wan re gotiye lijneya çavdêriyê berdana Aktaş salekê hatiye taloqkirin.

“Biryara li dijî miwekîlê me bi awayekî eşkere derqanûnî û derhiqûqî ye”

Parêzer Rêzan Sarica destnîşan kir ku ev biryar bi awayekî eşkere derqanûnî û got:

“38 meh in tu agahî jê nayên girtin. CPT jî rapora xwe ya li ser rewşa Îmraliyê parve nake. Ev yek jî guman û fikarên me hîn zêdetir dike.”

“Divê birêz Aktaş ê cezayê wî yê 30 salan qediyaye, tavilê were berdan”

Di dawiyê parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dazanîn ku cezayê Aktaş yê 30 salan qediyaye û tavilê divê bê berdan.

Li gorî wezaretê li Îmraliyê tecrîd tune ye!

Li aliyê din di demekî de ku fikarên gelê kurd û dostên wan li ser rewşa Rêber Apo gelekî zêde bûye ji Rêveberiya Giştî ya Girtîgehên Tirkiyê îdiayeke sikandal hat.

Tevî tecrîda girankirî jî midûriyetê îdia kir ku “girtiyên li Îmraliyê ji tevahiya mafên di rêziknameyê de bi awayekî wekhev sûd digirin.”

Rêveberiyê her wiha îdia kir ku Rêber Apo di sala 2023’an de ji mafên xwe yên name, faks û hwd. sûd girtiye.

Gotinên nerast yên rayedarên Tirkiyê fikaran zêde dike

Lê ev îdiayên Tirkiyê di demekî de ye ku saziyeke weke CPT’yê jî rapora xwe ya têkîldarî Îmraliyê zelal nake.

Ji ber vê jî ev gotinên nerast yên rayedarên Tirkiyê fikaran heyî hîn zêdetir dike.

Back to top button