Navenda Ragihandina HRE bîlançoya êrişên li dijî herêmên Efrîn-Şehba eşkere kir

Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku di meha nîsanê de li ser herêma Efrîn-Şehbayê pêk anîne, eşkere kir.

Li gorî bîlançoyê dagirkeran di navbera 1 û 30’ê Nîsana 2024’an de 91 caran êrişî 37 deverên Kantona Efrîn û Şehbayê kirin.

Di bîlançoyê de hat destnîşankirin ku êriş bi, topên obus û hawanan, tang, bombe avêj, balafirên bê mirov û biçek, balafirên bê mirov ên întîxarî, B7 û fuzeyan pêk hatine.

Di encama êrişan de windahiyên canî çênebûne, lê ziyana madî pêk hatiye.

Back to top button