Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Hûn li Îmraliyê çi vedişêrin?

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li civata giştî ya Meclîsa Tirk têkildarî binpêkirinên li Îmraliyê axivî û ev pirs kir, “Hûn li Îmraliyê çi vedişêrin? Hûn çima li Îmraliyê têcrîd pêk tînin û bi tecrîda Îmraliyê re dixwazin çi bikin.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo rakirina tecrîda li dijî rêber Abdulah Ocalan serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê (ÎHÎK) dabûn.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît li civata giştî ya Meclîsa Tirk têkîldarî bersiva Wezareta Edaleta Tirk ya derbarê Rêber Abdullah Ocalan de axivî.

Gulîstan diyar kir ku ev bi salane hevdîtênên parêzer û malbatan ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye astengkirin û got:

Wê demê bersiv bidin ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve çend car hevdîtinên bi parêzeran re çêbûn?

Çima parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê?

Gulîstan daxuyakirin ku li Îmraliyê tu mekanîzmayên kontrolkirinê yên serbixwe nînin û wiha domand:

“CPT tê, diçe Îmraliyê, vedigere, rapor amade dike, em dibêjin bila rapora xwe eşkere bike, Tirkiye destûrê nade vê jî.

Em dipirsin; Hûn li Îmraliyê çi vedişêrin?

Li Îmaraliyê tecrîd û êşkence heye. Hun bi tecrîda Îmraliyê re dixwazin çi bikin? Divê pêşî desthilatdar bixwe bersiva van pirsan bide.

Bi gotina ‘tecrîd tune ye’ tecrîd ji holê ranabe.

Em ê teqez welatekî azad û demokratîk ava bikin.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît bang li parlementeran dikin ku li hemberî êşkenceyê bêdeng nemînin.

“Dayika min bi hêviya ’30 sal qediya, wê were’ li benda birayyê min bû”

Li aliyekî din Buroya Hiqûqê ya sedsalê bi daxuyaniyekê ragihand ku berdana girtî Veysî Aktaş salekê hatiye taloqkirin.

Xwişka Aktaş, Sabîha Aslanê bertek nîşanî vê biryarê da.

Sabîha Aslan anî ziman ku ew bi dewleteke ku “hiqûq, edalet û wijdanê nas nake” re rû bi rû ne û ev tişt got:

8 sal in nikarin birayê xwe Aktaş bibînin.

Em bi şev û roj meraqa wan dikin. Erdhej, nexweşî, karesat çêbû… Lê me agahî negirt.”

Dayika min bi hêviya ’30 sal qediya, wê were’ li benda birayê min bû. Lê wan hêviya dêya min jî dizî.”

Sabîha Aslan bang li saziyên sivîl û partiyên siyasî kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê hestyar bin.

“Bi sûd wergirtina ji derfetên nû, em dikarin deriyên Îmraliyê vekin”

Back to top button