Meclisa Fransayê qirkirina Asûrî-Keldaniyan nas kir

Meclisa Fransayê qirkirina Asûrî-Keldanî yên ku bi destê Osmaniyan hatiye kirin nîqaş kir.
Di encama nîqaşan de Meclisa Fransayê pêkanîna qirkirinê nas kir.
Biryarnameya ku di encama nîqaşan de derket wiha bang li hikumetê hat kirin: “komkujî, sirgûnkirin û tepisandina mîrateya çandî ya zêdetirî 250 hezar Asûrî-Keldaniyan weke qirkirin bi fermî nas bike û vê qirkirinê şermezar bike “

Di navbera salên 1915-1918’an de ji aliyê Osmaniyan ve li dijî Asûrî-Keldaniyan qirkirin pêk hat.

Meclîsa Neteweyî ya Fransayê metna ku Osmaniyan li dijî Asûrî-Keldaniyan qirkirinê kiriye nas kir.

Tirkiyê ev biryar wek “nimûneya hewldanên berevajîkirina bûyerên dîrokî ji bo berjewendiyên siyasî” bi nav kir.

Pêşnûme ji aliyê Serokê Koma Ronesansê ya alîgirê Macron Sylvain Maillard ve pêşkêşî meclîsê hat kirin.

Li Fransayê biryarên Meclisa Neteweyî ji bo rêvebirinê ne mecbûrî ne.

Ji ber vê yekê di biryarnameyê de bang li hikûmetê tê kirin ku “komkujî, sirgûnkirin û tepisandina mîrateya çandî ya zêdetirî 250 hezar Asûrî-Keldaniyan weke qirkirin bi fermî nas bike” û “Vê qirkirinê şermezar bike”.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê de derbarê mijarê de hat gotin:

Tirkiyê bertek nîşanî biryara Meclisa Fransayê da

“Biryara ku di 29’ê Nîsana 2024’an de ji aliyê Meclîsa Neteweyî ya Fransayê ve di derbarê Asûrî û Keldaniyan de hatiye dayîn, ne raste.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku meclîs ne xwedî rayeya şîrovekirin û darizandina dîrokê ne û wiha hat gotin:

“Ev biryar di heman demê de berovajî Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcên Komkujiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1948’an e.”

Back to top button